Pîrejineke Kurd ku bi Tirkî nizanibû li Firokxaneya Stenbolê hat ragirtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Pîrejineke Kurd a 80 salî ji ber ku bi Tirkî nizanibû, 2 demjimêr û nîvan li Firokxaneya Stenbolê hat ragirtin.

Li ser torên civakî vîdyoyek hat belavkirin ku tê de welatiyekî Kurd rexne li Firokxaneya Navneteweyî ya Stenbolê digire û dibêje, dayîka ji ber ku bi Tirkî nizane û ti karmendekî ku bi Kurdî dizane jî li firokxaneyê nebû, ji bo dema 2 demjimêr û nîvan hat ragirtin.

Wî welatî got: “Li Firokxaneya Stenbolê ku sêyemîn firokxaneya mezin a Cîhanê ye, dayika min 2 demjimêr û nîv e li vê derê dîl e, min nikaribû ew derxista, ji ber ku Tirkî nizane û xwendina wê nîne.”

Amaje bi wê yekê jî kir, karmendên firokeyê ku ew baca wê dide bi wî re nebû alîkar. Karmend bi erebî, azerî û îngilîzî diaxivin, lê bi kurdî nizanin û ev yek ji bo Tirkiyeyê weke kêmasiyekê bi nav kir.

Got ku, dayika wî nikarîbû bi Tirkî biaxiya, kesekî nikarî alîkariya wê kiriba û wî jî nekarîbû 2 demjimêr û nîvan wê ji firokxaneyê derbixe û got: “Bila ev jî şerma Tirkiyeyê be, dê sibe dengan ji me bixwazin û bêjin em bira ne.”

Ev di demekê de ye, Kurd ji pêncan yekê nifûsa Tirkiyeyê pêk tînin, lê li gorî makezagonê, tenê zimanê tirkî di perwerde û saziyan de tê bikaranîn. Berûvajî vê yekê, bikaranîna zimanê kurdî jî gelek caran wek “sûc” hatiye naskirin.