PÎA: Di navbera me û DEM Partiyê de tifaq pêk nehat

Ahmet Kaya
Ahmet Kaya

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Însan û Azadî (PİA) da zanîn ku tifaqa wan a bi HDPre hatibû avakirin, piştî hevdîtinan biryar hatiye dayîn ku li gel DEM Partî berdewam neke.

Partiya Însan û Azadî li Diyarbekirê derbarê tifaqa wan a li gel HDPê de daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Partiya Însan û Azadî Ahmet Kaya ve hat xwendin.

Ahmet Kaya da zanîn, wan 3 roj berê bi rayedarên DEM Partiyê re hevdîtin kirine û rayedarên DEM Partiyê gotine ew nafikirin ku tifaqa 2019an de ya bi PÎA re hatî kirin bidomînin û li şûna tifaqê, ew dixwazin hevkariyê bikin.

Ahmet Kaya amaje bi wê jî kir, li ser vê yekê jî derketiye holê ku DEM Partî qet nûnertiyekê nade PÎA û li ser vê yekê jî tifaq bidawî hatiye. Helwesta PÎA ya di hilbijartinên şaredariyan de jî dê rojên pêş de were ragihandin.