Namzedê Enqerê yê DEM Partiyê: Em ê pirsa Kurd û qeyuman çareser bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Demokrasî û Vekheviya Gelan (DEM Partî) Li Enqera paytexta Tirkiyê bi bernameyeke berfireh namzedên xwe û beyannameya xwe ya hilbijartinê ragihand. Namzedên DEM partî diyar dikin ku vê hilbijartinê de dê serkeftineke mezin bi dest bixin û bo pirsa Kurd jî çaresariyan peyda bikin.

Li Tirkiyê berev bi nêzîkbûna hilbijartinên şaredariyê yên 31ê Adarê Partiya Demokrasî û vekheviyê DEM partî beriya ku li qadan dest bi bangeşeyên xwe yên hilbijartinê bike li Enqera paytexta vî welatî bi dirûşma bi demokrasiya xwecihî berev bi bajarên Azad li gel danasîna namzedên xwe beyannameya hilbijartinê ya ku 160 rûpel jî ji rayagiştî re eşkere kir.

Hevserokên DEM Partî Tulay Hatîmogullari û Tuncay Bakirhan dan zanîn ku ew ê li Kurdistanê dawî li polîtîkaya qeyyûm bînin û li bajarên Tirkiyê rêjeya dengê xwe zêde bikin.Namzeda dem Partî ya bo şaredariya bajarê mezin ya Stenboê Meral Daniş Beşdaş da zanîn ku wan bi çend armancên serekî li bajarên mezin namzedên xurt nîşan dane.

Namzeda Şaredariya Bajarê Mezin ya Stenbolê Meral Danîş Beştaş ji K24ê re got: “Li Enqerê jî li Stenbol jî li bajarên din jî di vê hilbijartinê de me hene. Heta dawî emê xebatên xwe û rekabet ali gel partiyên dine berdewam bikin. Di vê hilbijartinê de hemû gelan gele Kurd jî taybet ewê xwe nîşan bide ew ê beje ez li vir im ez heme û di vê siyasete de ez ê berdewam bikevim.”

Parlementer û Hevşaredara bajarê mezin ya Diyarbekirê ya berê Gulten Kişanak ku ev bi salane di girtîgehê de ye wek namzeda bajarê mezin ya Enqerê hate nişandan û namzedên li Enqerê bi gûlten kişanak re dibêjin li pêşiya Gulten kişanak tu astengî nîne bo namzediyê.

Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin ya Enqerê Ozturk Turkdogan got: “Dema em berê xwe didin Enqerê pêwîtiya wê bi rêveberiyeke çep û kurdewarî heye. Ji ber vê çendê jî Kesayeteke weke Gulten kişanak ku di tevgera siyasî ya Kurd de ciheke girîng digre dê bandoreke mezin çeke li Enqere. Li pêşiya Gûlten Kişanak tu astengî nîne û lazime 3 meh beriya niha bihata berdan, lê bi awayekî siyasî di girtîhehê de ye. Li Tirkiyê pirsa Kurd li Bakurê Kurdistanê jî kêşeya Qeyyuman heye ji bo ku em van her du kêşeyan çareser bikin em namzedên bihêz nîşan didin.”

Li Tirkiyê 30 ji şaredariyên bajarên mezin 51 bajar 922 şaredariyên navçeyan û 386 jî şaredaryiyên bajarokan bi giştî 1389 şaredarî hene û Dem Partî ji bo hilbijarinên 31ê Adarê li Tirkiyê û bakurê Kuridstanê  heta niha 800an zêdetir namzedên xwe yên şaredariyê diyar kirine û dawî roj 20ê sibatê ye.

DEM partî ya ku li bajarên Enqere û Stenbolê bi namzedên xw yên herî bihêz derketiye pêşberî dengdêran hewl didin wek bakurê Kurdistanê li bajarên Tirkiyeyê jî serkeftinên mezin bidest bixe.