Borrell: Du dewlet daxwaza danûnstandinên li ser itîrafkirina bi dewleta Filistînê dikin

Joseph Borrell
Joseph Borrell

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê amajeyê dide, “Çareseriya şerê Xezzeyê ji azadkirina revandiyan û ragehandina agirbestê pêk tê”. Herwesa dibêje, “Ji aliyê du welatan ve daxwaz hatine pêşkêşkirin ji bo ku danûnstandin li ser itîrafkirina bi dewleta Filistînê bên kirin”.

Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Joseph Borrell îro (Duşem, 19.02.2024) ragehand, “Çareseriya yekane ya şerê Xezzeyê û çûna ber bi çareseriyeka diplomatî ji lihevkirina li ser agirbestê û azadkirina revandiyan pêk tê”.

Borrell berî destpêkirina civîna Wezareta Derve ya Yekîtiya Ewropayê li Brûkselê got, “Piraniya welatên Ewropayê daxwazê ji Israîlê dikin ku oprasiyona serbazî li dijî Refehê neke”.

Borrell di pareka dî ya daxuyaniyên xwe de ron kir, “Heta niha ji aliyê du welatan ve daxwaz hatine pêşkêşkirin ji bo ku danûnstandin li ser itîrafkirina bi dewleta Filistînê bên kirin”.

Roja 7ê Cotmeha 2023ê, Bizava Hemasê êrîş kir ser Israîlê, ji bo dema çend rojan jî deverên Israîlê moşekbaran kirin û zêdetirî hezar û 400 kesan kuştin û zêdetirî 240 kesan jî revandin, ku heta niha zêdetirî 100 ji wan hatine azadkirin.