Du endamên Perlemana Kanadayê daxwaza berfirehkirina peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re dikin

Tom Kimmich û Ziyad Ebu Letîf
Tom Kimmich û Ziyad Ebu Letîf

Navenda Nûçeyan (K24) - Du endamên Perlemana Kanadayê daxwaza berfirehkirina peywendiyên welatê xwe di warên siyasî, çandî û civakî de bi Herêma Kurdistanê re dikin.

Endamê Perlemana Kanadayê Tom Kimmich ji K24ê ragehand, “Em ji bo berfirehkirina peywendiyên çandî û civakî yên navbera Kanadayê û Herêma Kurdistanê kar dikin”.

Kimmich herwesa tekez kir, “Pêdivî ye hêsankarî ji bo dana vîzeya Kanadayê bi xelkê Herêma Kurdistanê bên kirin, ji bo ku zêdetir peywendiyên navbera xelkê Herêma Kurdistanê û Kanadayê bihêztir bibin”.

Navbirî herwesa got, “Ez hêvîdar im peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Kanadayê zêdetir pêş ve biçin û Kurd bi hêsanî bikarin vîzeya Kanadayê werbigirin”.

Ji aliyekê dî ve Endamê Perlemana Kanadayê Ziyad Ebu Letîf jî ji K24ê re ragehand, “Giring e Kurdên derve bi siyasetvanên Kanadayê re bicivin, ji bo ku peyama xwe bigehînin hikûmetê”.

Ebu Letîf amaje da, “Pêdivî ye Kurd xwe li Kanadayê rêk bixin û bibin pira peywendiyên navbera civakên Kurdî û Kanadayî”.

Ji aliyekê dî ve Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî îro (Duşem, 19.02.2024) di merasîmên salvegera vekirina Nivîsîngeha Balyozxaneya Kanadayê li Hewlêrê de daxwaz kir ku, Kanada nûnerîtiya xwe ya diplomatî li Hewlêrê ji bo Konsulxaneya Giştî bilind bike.