Li Diyarbekirê 1423 xanî bo mexdûrên erdhejê hatin dayîn

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê bo 1423 mexdurên erdhejên 6ê sibatê rêrisma radestkirina xaniyên nû hatîn çêkirin. Mifteyên  xaniyên nû hatîn avakirin ji aliyê Wezîrê Karên Navxweyî Yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya û parlementeran ve bo mexdûran hatin dayîn.

Li Diyarbekirê di Navenda Çand û Kongreyê ya Sezaî Karakoç de bi beşdariya Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya, Parlementer û rayedarên dewletê rêrismek bo radestkirina mifteya xaniyên nû yên bo mexdurên erdhejê hatîn çêkirin hat li darxistin. Di rêrismê de Wezîrê Karên navxweyî Yê Tirkiyeyê Al î Yerlîkaya amaje kir ji bo ew bikaribin birînên erdhejê bipêçin û mexduran bigihînin xaniyên wan piştî erdhejê 19 rojan dest bi çêkirina xaniyên nu kirine û heta ku hemu mexdur bigihîjin xaniyên nû ewê xebatên xwe bidomînin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya got: “Li Diyarbekirê 15 hezar û 862 mexdurên ku xaniyên wan an jî kargehên wan ruxiyane hene û îro jî emê  1423 xaniyên nû bidin mexduran û di dawiya proseyê de dê li Diyarbekir 6 hezar û 887 xaniyên nû dê werin radestkirin. . Piştî erdhejan me ji  Diyarbekir re  ji 3 milyar lîreyî zêdetir lêçun kiriye, bo kesên kirê de dimînin jî ji 795 milyon lîreyî zêdetir piştgirî daye.”

Welzatiyên ku di erdhejên 6ê sibatê de xaniyên wan ruxiyabûn an jî xusareke giran dîtibun ev salek bû ku çaverêbûn bigihîjin xaniyên xwe yên nû û welatiyên di encama kêşana pişkê de navê wan derketî piştî ku mifteyên xaniyên xwe yên nu sitandin gelek keyfxweş bûn.

Mexdûrê Erdhejê: “Ev salek bû em di çadiran de diman. Me sbir dikêşand û dawiyê de xaniyê me dan me û vaye emê herin xaniyên xwe yê nû de.”

Mexdûrê Erdhejê: “Me nedikarî em biçin xaniyê kirê de û em di çadiran de diman an jî em diçun cem kesên me yên xwedî xanî.. Em gelek keyfxweş in ku xaniyê me dan me.”

Wezîrê Karên Navxweyî da zanîn ku di 2 mehên pêşî de 75 hezar xaniyên nu radestî mexduran bikin û heta dawiya îsal jî dê ev reqem bigihîje 200 hezarî.