Peyamnêrê K24ê: Di bombebarana firokeyên Tirkiyeyê de 2 kes li gundekî Akrê şehîd bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama bombebarana firokeyên şer ên Tirkiyeyê li ser gundekî nahiya Dînartê ya li qezaya Akrê de, 2 welatiyên sivîl şehîd bûn û kesekî din jî birîndar bû.

Peyamnêrê K24ê got, îro danê êvarê 20.02.2024an di encama bombebarana firokeyên şer ên Tirkiyeyê li ser gundê Kafya ya li qezaya Akrê de, 2 welatiyên sivîl şehîd bûn û kesekî din jî birîndar bû.

Li gor zanyariyên K24ê, ew her du welatî ji bo karê çandiniyê çûbûn wê deverê ku ew bi xwe xelkê gundê Girbîş û Dûdiyê yên devera Nehle ne û her sal ji bo çandina daran diçin wê deverê.

Peyamnêrê K24ê eşkere kir, navên herdu welatiyên ku şehîd bûne (I. T) û (B. I) ne û temenê di navbera 65 û 70 salî de ne.