Konsulxaneya Amerîkayê ji bo azadiya rojnamevaniyê destxweşiyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê derbarê kêmbûna berçav a binpêkirinên azadiya rojnamevaniyê, destxweşiyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike.

Konsulxaneya Giştî ya Amerîka li Hewlêrê di daxuyaniyekê de ragihand, “Hijmarek raportên salane yên navendên çavdêriya azadiya rojnamevaniyê li Herêma Kurdistanê, kêmbûna binpêkirina azadiya rojnamevaniyê ji sala 2022 heta 2023 nîşan didin, di nav de jî girtina rojnamevanan kêm bûye.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Dîtina vê guhertinê, cihê handana me ye û destxweşiyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ji bo hewlên wê yên heta niha ji bo baştirkirina jîngeha medya û ragihadinê.”

Konsulxaneya Amerîkayê dibêje: “Ji bo baştirkirina şiyana Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo bersivdana pirsên medyayî yên guncaw di dema xwe de, em kar dikin ku berdevkan ji ajansên cuda yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bişînin Amerîkayê, da ku baştir têbigihin ka ofîsên medyayî yên hikûmeta me çawa karên dikin.”

Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê ragihand, derbarê kêmbûna binpêkirina azadiya çapemeniyê û girtina rojnamevanan li Herêma Kurdistanê, pişt bi raporta Navenda Metro ve girê daye.

Konsulxaneya giştî ya Amerîkayê çendîn car in li ser kêmbûna binpêkirina azadiya rojnamevaniyê, destxweşî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye.

Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê roja 14ê Sibatê jî li Hewlêrê tevlî merasîmên belavkirina raporta salane ya Rêkxistina Peyamnêran ya Mafan û Pêşkeftinê bû û pêşwazî li kêmbûna rêjeya binpêkirina azadiya ragehandinê li Herêma Kurdistanê kiribû.