Qasim Arecî: Bizav tê kirin ku Îraq bibe meydana aloziyan

Qasim Arecî
Qasim Arecî

Navenda Nûçeyan (K24) - Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê radigehîne, “Bidawîhatin û guhertina erkê Hevpeymanan li Îraqê wê manayê nade ku em ji Civaka Navdewletî vediqetin”. Herwesa got, “Bizav tê kirin ku Îraq bibe meydana aloziyan”.

Nivîsîngeha Ragehandinê ya Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê belav kiriye, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Arecî di hevdîtinekê de li gel Sînatorê Amerîkayî Christopher Coons û şanda pê re ragehand, “Em helwesta welatên dost, ku ji bo rûbirûbûna DAIŞê arîkariya me kiriye, bilind dinirxînin”. Behs jî kir, “Bidawîhatin û guhertina erkê Hevpeymanan li Îraqê wê manayê nade ku em ji Civaka Navdewletî vediqetin”.

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê ron jî kir, “Bizav tê kirin Îraq bibe meydana aloziyan”. Herwesa got, “Pêdivîtiya Îraqê bi nehêlana serkirdeyên DAIŞê heye, ji bo ku bi yekcarî ew kom bidawî bê”.

Qasim Arecî eşkere jî kir, “Îraq bizavê dike ku peywendiyên xwe bi welatên Hevpeyman û Amerîkayê re mukom bike”. Got jî, “Daxwaza Îraqê ew e ku çi destdirêjî û êrîş ji aliyên welatên cîran ve neyên ser wê”.

Navbirî got jî, “Armanca Îraqê ew e ku peywediyeka hevseng bi hemî aliyan re çê bike, bi rengekê wesa ku rêz li serweriya axa wê bê girtin”.

Arecî eşkere jî kir, “Bexda bizavê dike havpariyên xwe bi Waşintonê re bihêz bike, vê yekê jî dê bandor li ser seqamgiriya deverê hebe. Li beranber jî, em hêvîdar in peywendiyên navbera Amerîka û Îranê asayî bibin ji ber ku berfirehbûna aloziyên deverê di berjewendiya çi kesekî de nînin”.