Sabrina Singh bo K24ê: Em bi Îraqê re li ser nehêlana DAIŞê berdewam dibin

Sabrina Singh
Sabrina Singh

Waşinton (K24) – Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê radigehîne, “Em dê bi hêzên ewlehiyê yên Îraqê re li ser nehêlana DAIŞê berdewam bibin”.

Cîgira Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) Sabrina Singh ji K24ê re ragehand, “Civîn û danûstandinên Lijneya Bala ya Serbazî û Îraqê berdewam in”.

Cîgira Berdevkê Pentagonê amaje jî da, “Em dê bi hêzên ewlehiyê yên Îraqê re li ser nehêlana DAIŞê berdewam dibin”.

Naviriyê got jî, “Em li ser daxwaza Hikûmeta Îraqê li wî welatî ne. Em wan hevpariyên ku me bi hêzên ewlehiyê yên Îraqê re hene bilind dinirxînin”.

Pêştir Serokwezîrê Îraqê jî ragehandibû, “Veguhastina peywendiyên dualî yên navbera Îraq û Amerîkayê li dû çarçoveya lihevkirina sitratejî dibe”.