Îraq… bazirganekê navdewletî yê madeyên hişber hat girtin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Navxwe ya Îraqê girtina bazirganekê navdewletî yê madeyên hişber li sinorê navbera her du parêzgehên Wasit û Mîsanê li başûrê Îraqê radigehîne.

Wezareta Navxwe ya Îraqê îro (Înî, 23.02.2024) ragehandinek belav kir ku tê de hatiye, “Bazirganekê navdewletî yê madeyên hişber hat girtin û di dema girtina wî de 25 kîlogramên madeyê Kirîstal jî pê re bûn”.

Wezareta Navxwe herwesa ragehand, “Ew pirose bi hevahengiya Birêveberiya Karûbarên Madeyên Hişber û hêzên sinorî hatiye kirin”.

Ev di demekê de ye ku, li ser astê navxweyî û derve berdewam haydarî tê dan ku di van salên dawiyê de Îraq rûbirûyî mezintirîn metirsiya baziragînkirin û bikaranîna madeyên hişber bûye û niha wekî meydanekê jî ji bo veguhastina wan madeyan ji deverê bo welatên cîhanê tê temaşekirin.