Muştaq Sadî: Em dixwazin biryara daxistina dibistanên girêdayî awareyên Ereb li Herêma Kurdistanê bê hilweşandin

Muştaq Sadî
Muştaq Sadî

Navenda Nûçeyan (K24) - Hikûmeta Îraqê li 13ê vê mehê biryar daye tevaya dibistanên hikûmî yên Îraqê ku li Herêma Kurdistanê ji bo awareyên Îraqî yên deverên cuda cuda hatine vekirin bên daxistin û li dû wê biryarê, divê heta 30ê Têrmeha îsal tevaya wan dibistanan bên daxistin.

Zêdetirî 150 xwendekar û mamosta û fermanberan ji vê biryarê nerazîne û daxwazê ji Hikûmeta Îraqê dikin ku wê biryarê hilbiweşîne û daxwazê ji rêkxistina UNICEFê û rêkxistinên dî dikin ku piştevaniya wan bikin. Her bi wê meremê, doh (Pêncşem, 22.02.2024) xwenîşandana nerazîbûnê li Hewlêrê kir û li dijî wê biryar rawestiyan.

Şêxê Eşîreta Sewaidê Muştaq Sadî amaje da ku ne dema wê biryarê ye û pêdivî jî dibîne ku ew dibistan û nûnerîtiyên dezgehên Îraqê li Herêma Kurdistanê berdewam bin. Tekez jî kir, “Herêma Kurdistanê mînaka pêkvejiyana aştiyane û tevayî û biratiyê ye”.

Şêxê Eşîreta Sewaidê Muştaq Sadî îro (Înî, 23.02.2024) taybet ji K24ê re ragehand, “Herêma Kurdistanê niştîmanê hemiyan e û nîşana aştiyê, pêkvejiyanê û biratiyê ye. Her kesekê berê xwe dide Kurdistanê, hest bi aramî û seqamgiriyê dike”.

Muştaq Sadî herwesa amaje da, “Awareyên Îraqî yên Herêma Kurdistanê ji sala 2014ê were nûnerîtiya xwe li Herêma Kurdistanê heye, wekî Nûnerîtiya Wezareta Perwerdeyê ya Îraqê li Hewlêrê”.

Muştaq Sadî got, “Dema Wezîrê Koç û Koçberan behsa daxistina nûnerîtiyên Hikûmeta Îraqê li Herêma Kurdistanê dike, divê rewşa awareyên nav kempan û derveyî kempan li ber çav werbigire, taybet ku piraniya awareyan li dijî daxistina wan nûnerîtî û dibistanan in û wê biryarê wekî stem binav dikin”.

Şêxê Eşîreta Sewaidê got jî, “Divê Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî peywendiyê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bike, ji bo ku ev arêşe bê çarekirin”.

Navbirî herwesa pêdivî dît ku Weîzrê Perwerdeyê yê Îraqê ji bo dîtina rewşê û dîtina kerevanên xwandinê, ku ji aliyê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ve hatine dabînkirin, serdana Herêma Kurdistanê bike.