Serokê PWKyê serexweşiyê li Serok Barzanî dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk, peyameka sersaxiyê ji Rêzdar Serok Mesûd Barzanî re dişîne.
Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk, îro (Înî, 23.02.2024), ji ber koça dawiyê ya xûşka Serok Barzanî Zekiya Mela Mistefa Barzanî, peyameka sersaxiyê ji Serok Mesûd Barzanî re şand.
Ev jî deqê peyama Serokê PWKyê ye:
Ji bo Rêzdar Serok Mesûd Barzanî
Serokê Rêzdar
Min bi xemgînî bihîst ku xuşka cenabê we, Zekiya Mele Mistefa Barzanî îro wefat kiriye.
Ruhê wê şad, cîhê wê biheşt be.
Em şirîkê xema cenabê we ne.
Ez li ser navê xwe û hemû endam û rêvebirên partiya me, sersaxiyê ji cenabê we û ji hemû malbatê re dixwazim.
Li gel rêzên xwe.
23.02.2024
Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê Partiya Welatparezên Kurdistanê (PWK)