Şaxewan Ebdullah: Dadgeha Federalî pêkvejjiyana li Herêma Kurdistanê dike armanc

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê ragihand, ev ne cara yekem e ku Dadgeha Federalî destêwerdanê di karûbarên desthilatên din de dike û gelek caran jî dikeve nav hûrgiliyên ku ne karê wê ye.

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah ji K24ê re ragihand, “Ev ne cara yekem e ku Dadgeha Federalî destêwerdanê di karûbarên desthilatê din de dike, çi desthilata cîbicîkar û çi yasadanînê be, ku ev jî binpêkirina prensîbeke destûrê ye. Ew pir caran diçe hin hûrguliyan ku ne karê wî ye.”

Got jî: “Ew pêkvejîyana li Herêma Kurdistanê tê armackirin, mebesta wê biryarê ew e ku pêkhate nebin xwedî maf û pêgeh, lewra ev biryar bandorê li nêrîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê nake, lê li ser mafên komînan e û bi binpêkirina mafên pêkhateyan jî berdewam dibe.

Şaxewan Ebdullah got: “Dadgeha Federal gelek hûrgilî dane ku dibin asteng li pêşiya cîbicîkirina wê. Dikaribû bigota ku divê mûçeyên karmendan werin garantîkirin, lê hatiye behsa mûçeyên karmendan di çarçoveya bûdceyê de dike. Lê hemû karmendên Herêma Kurdistanê ne di çarçoveya budceyê de, ma dê çawa serederî bi wan re bê kirin?”

Da zanîn jî: “Me 100 îmza ji bo cudakirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê ji xerckirina rastîn pêşkêşî serokwezîr kiriye, lê heta niha ew yek neketiye rojeva parlamentoyê. Dikare ji parlamentoyê re bê şandin û di sê rûniştinan de were sererastkirin. Lewma ev yek jî berûvajî yasaya Dadgeha Federalî ye, ji ber ku di yasaya Dadgeha Federalî de hatiye gotin ku her biryarek divê hincetekê wê jî pê re be, lê ew behsa sedema biryarê nekiriye.”