Dîwana Çavdêriyê ya Îraqê hûrbîniyê li ser dahat û xerciyên Herêma Kurdistanê dike

Hêmin Alî
Hêmin Alî

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji bo hûrbîniya dahat û xerciyên girêdayî petrolê û yên negirêdayî petrolê yên şeş mehên dawiya sala 2023ê yên Herêma Kurdistanê, şandeka Dîwana Çavdêriyê ya Îraqê serdana Hewlêrê dike, ku li dû rêkareka hunerî ya qanûna budceya Îraqê her şeş mehan carekê hûrbînî li ser dahat û xerciyên Herêma Kurdistanê tê kirin.

Serokê Desteya Hûrbîniyê li Dîwana Çavdêriyê ya Herêma Kurdistanê Hêmin Alî ji K24ê re ragehand, “Qanûna budceya federalî ya hejmar 13 a sala 2023ê behsa wê yekê dike ku terazûya pêdaçûna mehane bê hûrbînîkirin, ew şand ji bo her şeş mehên dawiya sala 2023ê li vê derê ye û em bi hev re hûrbîniyê dikin”.

Hêmin Alî herwesa amaje da, “Em wekî du tîman bi hevahengî li ser wezaretan tên parvekirin, hûrbînî jî dê li ser dahat û xerciyên Wezareta Samanên Xwezayî û Wezareta Darayî be”.

Navbirî eşkere jî kir, “Tîma hûrbîniyê ya federalî ji 20 kesan pêk hatiye, tîma me jî ji 21 kesan pêk hatiye. Paştir tîm tîm li ser wezaretan tên parvekirin û kar dikin”.

Serokê Desteya Hûrbîniyê herwesa got, “Ev hûrbînî du aliyan vedigire, yek hunerî û ya din lidûçûna hejmaran e”.