Wezareta Perwerdeyê platforma Kitêbxane û Rahênanê radigehîne

Alan Heme Seîd
Alan Heme Seîd

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê radigehîne ku datayên heft hezar dibistanên hikûmî û nehikûmî hatine tomarkirin.

Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd îro (Yekşem, 25.02.2024) di konfireyeka rojnamevanî de platforma Kitêbxane û Rahênanê ragehand û got, “Me kariye tevaya datayên zêdetirî heft hezar dibistanên hikûmî û nehikûmî tomar bikin”.

Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê herwesa got, “Em bizavê dikin vê sîstemê pêş bixin, berdewam bikin û xizmetkariyan bi rêya vê platformê berfireh bikin”.

Alan Heme Seîd amaje jî da, “Hemî ew arêşeyên ku di rêya me de bûn, wekî nebûna dibistanên gundan, nebûna internetê û nebûna keresteyên pêdivî li navendên xwandinê ji arêşeyên serekî bûn, lê bi piştevaniya rasterast a Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo piroseya perwerdeyê û dîjîtalkirin û dabînkirina pêdivîtiyan, heta niha şeş hezar laptop li ser navendên xwandinê hatine parvekirin”.

Navbirî eşkere jî kir, “Navendên nehikûmî jî têkelî vê sîstemê bûne, bikarînerên vê sîstemê rolekê giring hebû, ku niha hejmara wan ji 11 hezar bikarînerên xwandinê derbaz bûye, ev jî ji bilî birêvebiriyên dibistanan”.