Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi serdaneke fermî gihîşte Amerîkayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi vexwandineke fermî, îro 25ê Sibata 2024an danê êvarê gihîşt Washingtonê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi serokatiya şandeke hikûmetê dê li Koşka Spî, Wezareta Derve û Kongressê ligel berpirsên payebilind ên Amerîkayê bicive.

Mijarên sereke yên civînan jî dê zêdetir pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de û dawîn guhertin û pêşhatên rewşa giştî ya Iraq û navçeyê bin.

Şanda bi Serokwerzîr Mesrûr Barzanî re ji Wezîrê Pêşmerge, Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve û çend berpirsên din pêk tê.