Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi serdaneke fermî gihîşte Amerîkayê

Pêwendiyên Hewlêr û Washingtonê stratejîk û dîrokî ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi vexwandineke fermî, îro 25ê Sibata 2024an danê êvarê gihîşt Washingtonê. Li gorî daxuyaniyeke Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîriyê, Mesrûr Barzanî dê li Koşka Spî, Wezareta Derve û Kongressê ligel berpirsên payebilind ên Amerîkayê bicive.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîriyê, mijarên sereke yên civînan jî dê zêdetir pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de û dawîn guhertin û pêşhatên rewşa giştî ya Iraq û navçeyê bin.

Şanda bi Serokwerzîr Mesrûr Barzanî re ji Wezîrê Pêşmerge, Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve û çend berpirsên din pêk tê.

Amerîka yek ji wan welatan e ku bi berdewam bi giringî li pêgeha Herêma Kurdistanê dinêre, hem li ser astê navdewletî û hem jî li ser astê herêmî. Serkirdeyên Amerîkayê hertim behsa rola Kurdistanê dikin û wê weke hevpareke stratejîk û hevpeymaneke welatê xwe dizanin û di çend mijaran de piştevaniya xwe bo Herêma Kurdistanê tekez kirine.

Nûneratiya dîplomatîk a Amerîkayê li Herêma Kurdistanê ji sala 2007ê ve heye û di sala 2011an de Washington nûneratiya xwe ya dîplomatîk li Hewlêrê bilind kir û kir Konsulxaneya Giştî. Ji wê demê ve jî pêwendiyeke bihêz di navbera her du welatan de heye. Di sala 2017an de, avakirina mezintirîn konsulxaneya Amerîkayê li navçeyê li Hewlêrê hat ragihandin û heta niha jî kar li ser berdewam e.

Yek ji girîngtirîn helwestên serkirdeyên Amerîka li hember Kurdistanê, di Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davosê de bû. Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîkayê Jake Sullivan êrîşa mûşekî ya Îranê li ser Hewlêrê şermezar kir û got: “Em kuştina sivîlan şermezar dikin û piştevaniya ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê dikin.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken jî li Davosê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiya û tekezî li ser wê yekê kir ku Amerîka û Serokê Amerîkayê Joe Biden wan êrîşên li ser Herêma Kurdistanê, weke metirsiyeke cidî dibînin û dê hewlên pêwîst bidin ji bo parastina asayîş û aramiya Herêmê.

Koşka Sipî jî çendîn caran helwesta xwe derbarê kêşeyên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de û pirsa bûdce û hinardekirina petrolê eşkere kiriye û di dawî helwesta xwe de got: “Pêwîst e Bexda û Hewlêr pirsgirêkên xwe bi rêya diyalogê çareser bikin, hikûmeta federal li gor destûrê mafên darayî yên Herêma Kurdistanê dabîn bike û Amerîka ligel aliyên pêwendîdar kar dike ji bo destpêkirina hinardekirina petrolê bi rêya boriya petrolê ya Iraq-Tirkiyê re.

Di warê leşkerî de; Amerîka Kurdistan û Hêzên Pêşmerge wek hevpara xwe pêbawer dibîne. Di destpêka derketina DAIŞê de li Iraqê, Amerîka di sala 2014an de Hevpeymaniya Navdewletî ragihand û piştevaniya xwe bo Pêşmerge tekez kir.

Di sala 2016ê de jî, Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ji bo alîkariya Pêşmerge di şerê DAIŞê de, rêkeftinek ligel Wezareta Pêşmerge îmze kir û di Îlona 2022an de jî Pentagon û Wezareta Pêşmerge rêkeftineke din îmze kirin û piştevaniya xwe bo Pêşmerge û çaksaziya wezaretê tekez kir.

Herwiha Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin di Adara 2023an de li Hewlêrê rola Pêşmerge bilind nirxand û got, Pêşmerge di têkbirina DAIŞê de roleke girîng lîstiye, me bi hev re 50 hezar kîlometre çargoşe ji destê DAIŞê rizgar kir.