Berpirsê Liqê Pêncem ê PDKê: Dadgeha Federal destêwerdana karûbarên komîsyonê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Liqê Pêncê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand, biryara Dadgeha Bilind a Federalî ne destûrî ye û li dijî mekanîzmayên federaliyê ye.

Berpirsê Liqê Pêncem ê PDKê Azad Şefê ji K24ê re ragihand, biryara Dadgeha Federalî biryareke bi temamî navendî ye û destêwerdan di karûbarên Komîsyona Hilbijartinan de ye.

Azad Şefê got jî: “Biryara Dadgeha Bilind a Federalî nedestûrî ye û li dijî mekanîzmayên federalîzmê ye.

Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê roja 22.02.2024an di rûniştina xwe ya 12emîn de li ser giliya ji aliyê YNKê ve da. Li gotî biryarê jî, hejmara kursiyên kotayan hilweşand û kursiyên Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji 111 daxist 100 kursî.

Ji aliyê xwe ve, pêkhateyên Herêma Kurdistanê biryara Dadgeha Federal a li ser kursiyên kutayê red dikin, biryara dadgehê siyasî dinirxînin û tekeziyê li ser vegerandina mafên xwe dikin.