Berdevkê HSDê: Nêzîkî 10 hezar çekdarên DAIŞê li Sûriyeyê bi dizî kar dikin

Şervanên HSD
Şervanên HSD

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ku Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku DAIŞê ji destpêka îsal ve di 50 êrîşan de zêdetirî 100 sivîl û leşker li Sûriyê kuştine, jêderekî ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, DAIŞê xwe ji nû ve birêxistin dike.

Berdevkê HSDê Siyamend Elî ji “Alhadath” re got: “DAIŞ li ser pêkanîna komkujiyan û xwebirêxistinkirinê rêzên xwe berdewam e.”

Siyamend Elî got jî: “Tê texmînkirin ku zêdetirî 10 hezar çekdarên DAIŞê li Sûriyeyê bi dizî kar dikin.”

Amaje bi wê jî kir, şaneyên razayî yên DAIŞê êrîşên xwe bi awayekî navbirî pêk tînin û bombeyan li cihên cuda diçînin.

Ev daxuyanî Berdevkê HSDê piştî wê tê, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov duhî Şemiyê gotibû ku DAIŞê ji destpêka îsal ve 50 êrîş li navçeyên cuda yên Sûriyeyê pêk anîne û zêdetirî 100 sivîl û leşker kuştine.

HSDê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ji Adara 2019an ve, piştî kontrolkirina bajarokê Baxozê, dest bi qonaxa dûvçûn û lêgerîna li şaneyên DAIŞê yên razayî kiriye û bi berdewamî operasyonan li dijî şaneyên DAIŞê pêk tîne.