Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Washingtonê bi Antony Blinken re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken li Washingtonê civiyan.

Peyamnêrê K24ê li Washingtonê got, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di çarçova serdana xwe ya bo Amerîka de, li baregeha Wezareta Derve ya Amerîkayê li Washingtonê bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken re civiya.

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku ligel Serokwezîr Mesrûr Barzanî ye, ji Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl, Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve Sefîn Dizeyî, Şêwirmenda Serokwezîr Beyan Samî Ebdulrehman û Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê Tirîfa Ezîz pêk tê.

Di şanda ligel Wezîrê Derve de, Alîkara Wezîrê Derve ya Karûbarên Rojhilata Navîn Barbara Leaf, Cîgira Alîkara Wezîrê Derve Victoria Tyler û berpirsên din ên payebilind ên Wezareta Derve hene.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi vexwandineke fermî, duhî 25ê Sibata 2024an danê êvarê gihîştibû Washingtonê.

Li gorî daxuyaniyeke Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîriyê, Mesrûr Barzanî dê li Koşka Spî, Wezareta Derve û Kongressê ligel berpirsên payebilind ên Amerîkayê bicive.

Mijarên sereke yên civînan jî dê zêdetir pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de û dawîn guhertin û pêşhatên rewşa giştî ya Iraq û navçeyê bin.

Mesrûr

Tê nûkirin..