Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Cîgira Wezîrê Derve yê Amerîkayê re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgira Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbbarên Asayişa Sivîl li Washingtonê civiyan.

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştî civîna ligel Anthony Blinken, ligel Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Asayişa Sivîl, Demokrasî û Mafên Mirovan bicive.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi vexwandineke fermî, duhî 25ê Sibata 2024an danê êvarê gihîştibû Washingtonê.

Li gorî daxuyaniyeke Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîriyê, Mesrûr Barzanî dê li Koşka Spî, Wezareta Derve û Kongressê ligel berpirsên payebilind ên Amerîkayê bicive.

Mijarên sereke yên civînan jî dê zêdetir pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de û dawîn guhertin û pêşhatên rewşa giştî ya Iraq û navçeyê bin.