Wezareta Derve ya Amerîkayê: Em piştevaniya hikûmeteke xweragir li Herêma Kurdistanê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Amerîkayê bi giringî ve behsa civîna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Amerîkayê dike û gotinên wan belav dike.

Wezareta Derve ya Amerîkayê doh (Duşem, 26.02.2024) di ragehandinekê de deqê gotarên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken belav kirin û bi giringî ve behsa wê civînê kir.

Di wê ragehandina Wezareta Derve ya Amerîkayê de hatiye, “Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ji Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re ragehand, Amerîkayê peywendiyeke dûr û dirêj bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re heye û Amerîka piştevaniya hikûmeteke xweragir li Herêma Kurdistanê dike”.

Wezareta Derve ya Amerîkayê herwesa amaje daye, “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî behsa piştevaniyên Amerîkayê û peywendiyên wê bi Herêma Kurdistanê re kir û spasiya arîkariyên Amerîkayê ji bo xelkê Kurdistanê kir”.

Her di çaçoveya civînên xwe li Wezareta Derve ya Amerîka de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Waşintonê di sê civînên cuda de bi Arîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn Barbara Leaf, Wekîla Wezareta Derve ji bo Karûbarên Ewlehiya Sivîl û Demokratî û Mafên Mirovan Uzra Zeya û Arîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji bo Çavkaniyên Enerjiyê Geoffrey Pyatt re civiya.