Pêkhatên Herêma Kurdistanê ragehandinekê li ser biryarên Dadgeha Federalî belav dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Pêkhatên Herêma Kurdistanê daxwazê dikin ku, givaştin li ser desthilatdarên Îraqê bê kirin, ji bo ku destûr bê bicihanîn.

Nûnerê Kiristiyanan Ano Cewher di kongireyeke rojnamevanî de amaje da wê biryara Dadgeha Federalî ya Îraqê ya ku di derheqa kursiyên kutayan de hatiye derxistin û got, “Ew biryar li ser skalaya YNKyê hatine dan, lewma biryareke stemkarane ye, herwesa çavlêkirineke siyasî ya kevn e”. Herwesa got, “Li sala 1992ê ku Perlemana Kurdistanê hat damezrandin, mafê siyasî yê pêkhatan hatiye dabînkirin”.

Ano Cewher ragehand, “Ji piştî serhildanê bizav hatiye kirin ku Herêma Kurdistanê ji bo pêkhatan li beranberî Sedam Hisên bibe cihekê aram, pêştir jî Hewlêr bûye armanca gefên DAIŞê, herwesa biryarên Dadgeha Federalî jî stemkarane ne”.

Navbirî herwesa behs kir, “Ew biryar di berjewenda aliyekê diyarkirî de ye, li ser hisêba hemî pêkhatan, ev jî ji bo Îraqê gef e, ku dibe sedema binpêkirina mafên Tirkmen û Kiristiyanan, ev jî bizavek e ji bo guhertina Perlemana Kurdistanê ji tevrengiyê bo perlemeneke Kurdên Misilman”.

Nûnerê Kiristiyanan tekez jî kir, “Ew biryar nefeseke kevn e ku berê jî li Îraqê hebû, lewma em wekî nûnerên Tirkmen û Kiristiyanan daxwazê dikin ku givaştin li ser desthilatdarên Îraqê bê kirin, ji bo ku destûrî bi cih bînîn û derbe li ser neyê kirin”.

Li dû madeya 36ê ya qanûna hilbijartinên Perlemana Kurdistanê, pênc kursiyên kutayan ji bo Kildan, Siryan û Aşûriyan hatine terxankirin, zêdebarî kursiyekê ji bo Ermenan û pênc kursiyan jî ji bo Tirkmenan.

Dadgeha Federalî li roja Çarşemê, 22.02.2024, di rûniştina xwe ya 12ê de biryar li ser skalaya YNKyê da, li dû wê biryarê jî hejmara kursiyên Perlemana Kurdistanê ji 111 kursiyan bo 100 kursiyan hat kêmkirin.