Serra Bucak: Emê giraniyê bidin çand û zimanê kurdî

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Namzetên Ak Partî û Dem Partî li Diyarbekirê bo bidestxistina şaredariya bajarê mezin a Diyarbekirê di rikeberiyê de ne ku Dem Partî balê dikêşe ser çand û ziman û veguhastinê, Ak Partî jî dide zanîn ku wan projeyek cawaz bo Bircên Diyarbekir heye.

Pêvajoya bangeşiya Hilbijartinên Şaredariyan li Diyarbekirê berdewam e û namzetên şaredariya bajarê mezin a Diyarbekirê jî ji bo ku bala dengdêran bikêşin projeyên xwe aşkere dikin û tê pêşbînîkirin bi nêzîkbûna hilbijartinan proje jî mezin bibin. Di vê çarçoveyê de namzetê Ak Partî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê dide zanîn wî derbarê hemû qadên jiyanê de proje hene û bi teybetî jî ji ber ku Sûr dilê Diyarbekirê ye bo Bircên Diyarbekirê tîma wî projeyek cawaz amade kiriye.

Namzetê AK Partî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir Mehmet Halîs Bîlden ji K24ê re got: “Beşên Bircan ên ruxiyane emê ji nû ve ava bikin û hemû bircan bi hev ve girê bidin, bikin yakpar. Bi projeya me ya derbarê Sûrê dê 20 hezar ciwanên me bibin xwedî kar. 21 projeyên me hene ku yek ji wan jî 40 kîlometre rêya hesin eango tramvay e. Ji Bismlê heta Erxeniyê rêya hesin diçe, emê tramvaya nav bajêr û rêya hesin a Erxenî î Bismilê jî bikin.”

Dem Partî jî li Diyarbekirê xebatên xwe yên hibijartinê didomîne û namzetên Dem Partiyê didn zanîn ku ewê zirara ku qeyuman daye şaredariyê aşkere bikin û ji raya giştî re parve bikin, girnigiyê bidin çand û zimanê kurdî û her wiha çareseriyekê bo veguhastina nav bajêr peyda bikin.

Namzeta Dem Partî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir Serra Bûcak got: “Xebatên ku pêwîst in demildest werin kirin gelek in. Lê ez dikarim bêjim derbarê ziman de emê xebatan bikin ku welatî dibêjin ew dixwazin bi çand û zimanê xwe bijîn û emê derbarê hunera kurdî de xebatan bikin. Derbarê veguhastina nav bajêr de projeyên  me hene. Her wiha piştî ku em dest bi kar bikin emê komîsyonek a hiquqê ava bikin, ew komîsyon dê lêkolînek darayî bike û qeyuman çiqas deyn bo me hiştibe emê aşkere bikin û bi rêya bîlbordan bi raya giştî re jî parve bikin. Dema hilbijartinê rastî hatina biharê tê û wê bihar were ku emê jî pê re festîvalên çand û hunerî li dar bixin”

Dem Partî Diyarbekirê wek keleha xwe dibîne, AK Partî dixwaze vê keleha xurt û dîrokî bidest bixe. Bi nêzîkbûna hilbijartinê re jî, rikeberiya di navbera aliyan de tûjtir dibe.