8 navçeyên Bakurê Kurdistanê dê bibin bajar

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li gorî raporta serjimêra navçeyan a Saziya Amarên Fermî ya Tirkiyeyê, tê payîn ku 25 navçe bibin bajar û 8 jê navçeyên Bakurê Kurdistanê ne. Lê siyasetmedar û berpirsên vê qadê diyar dikin ku beriya her hilbijartinan ev îdia tên kirin lê 25 sal in guherînek çênebûye.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, bi giştî 81 bajar û 922 navçeyên ser bi van bajaran ve hene. Li gorî proseya fermî, ji bo ku navçeyek bibe bajar; 8 şertên sereke hene ku ji bilî zêdebûna serjimêrê; ji rewşa hilberînê, cureyên bipêşketina aborî û rewşa perwerdehiyê pêk tên. Raporta Saziya Amarên Fermî ya Tirkiyeyê TUÎKê nîşan dide ku 25 navçe bi ser vê rêjeyê ketine lê siyasetmedarên ku rêveberiya herêmî kirine, vê îdiayê pûç dibînin.

Şaredarê Erxenê ya Diyarbekirê yê berê Ahmet Kaya ji K24ê re got: “Her navçeyên ku mezin dibin, dixwazin bibin navçe lewra hinek fêdeyên wê hene. Dema ku navên van navçeyan tên rojevê, ew navçe di hilbijartinan de zêdetir deng didin da ku bibin bajar. Ango ev, waedekî hilbijartinê ye û êdî bûye ji rêzê. Her hal jê fêdeyê jî dîtine ku loma di her hilbijartinê de bi vî awayî dewam dikin. Lê belê li aliyê din, wekî mînak ev çend sal in navçeya Erxenê di nav vê lîsteyê de ye û ev hevî heye. Ango êdî pirî ku bêbawerîbûn çêbûye, niha Erxen bibe navçe jî dê nîvê Erxenê bawer neke.”

Di nav 25 navçeyên navborî de 8 jê navçeyên Bakurê Kurdistanê ne. Erxena ser bi Diyarbekirê ve, Gevera ser bi Colemêrgê ve, Elbîstana ser bi Mereşê ve, Erdîşa ser bi Wanê ve, Girê Sor a ser bi Rihayê ve û Îskenderûna ser bi Hatayê ve mafên ku bibin bajar bi dest xistine. Lewra li gorî proseyê, serjimêrên van navçeyan bi salan e ku ji 100 hezarî derbas bûne. Rêveberên komeleyeke ku ji bo mafê bajarbûna Cizîra ser bi Şirnexê jî xebatan dimeşîne, rewşa dawî wiha dinirxînin:

Serokê Komeleya Şirnex û Navçeyên Şirnexê Azîz Ozalp got: “Tiştên wisa ne di destên mirovan de ne. Ne li ser mezinahiyê, çand, huner û tiştên din e. Li ser stratejiyê ye. Wekî mînak dewletê xwestiye, wan jî Şirnex kiriye bajar. Li ser seran, li ser çavan keyfa me tê. Lê dema ku hûn Cizîrê bikin bajar, divê mafê ku we dabû Şirnexê, hûn jê nestînin. Divê hûn xelkê bajar û navçeyê neynin hember hev û din ango ev ne tiştekî rast e, li gorî min siyasî ye.”

Hejmara bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, herî dawî di sala 1999an de gihîştiye 81ê. Ji wê salê bi şûn ve her sal tê payîn ku navçeyên mezin bûne bibin bajar lê heta niha ev bendewarî bi cih nehatine.