Mesrûr Barzanî ligel kongressamanê pêşniyar kiribû sîstema berevaniya asmanî bidin Pêşmerge civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi kongressmanê Amerîkî yê par pêşniyar kiribû ku Amerîka sîstema berevaniya asmanî bide hêzên Pêşmerge, civiya. Pêşniyar jî hatibû pejirandin û di budceya berevaniyê ya 2024an a Amerîkayê de cih girt.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi endamê Kongressa Amerîkayê û Hevserokê Koma Piştgiriya Kurd li Kongressê Don Bacon re civiya û ragihamd, “Em rola Koma Piştevaniya Kurd di kongressê de bilind dinirxînin, girîng e ku qewareya Herêma Kurdistanê were parastin.”

Ji aliyê xwe ve, Don Bacon got: “Emê hertim dengê Kurdistanê li Amerîka bin û bi hemû hêza xwe emê hewlên xwe ji bo parastina asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê bidin.”

Don Bacon di Encûmena Nûneran a Amerîkayê de ji Partiya Komarî ye û wek dostê Kurdan tê naskirin. Di 21ê Hezîrana 2023an de, Komîteya Hêzên Çekdar a Encûmena Nûneran pêşniyara Don Bacon ya ji bo dabînkirina sîstema berevaniya asamanî ji hêzên Pêşmerge re pejirandibû.

Budçeya berevaniyê ya sala 2024an a Amerîkayê ku 886 milyar dolar e, di 22ê Berçileya 2023an de ji aliyê Serokê Amerîkayê Joe Biden ve hat îmzekirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî roja 24.02.2024an li ser vexwendineke fermî gihîşt Washingtonê. Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi berpirsên payebilind ên Koşka Spî, Wezareta Derve û Kongressê re dicive û mijarên sereke yên civînan jî, zêdetir pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de, dawîn guhertin û pêşhatên rewşa giştî ya Iraq û navçeyê ne.