Ajgeyî: Em dixwazin berhemên Kurdistanê bi awayekî sîstematîk hinardeyî Ewropayê bikin

Dilawer Ajgeyî
Dilawer Ajgeyî

Navenda Nûçeyan (K24) - Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê ji K24ê re dibêje, “Bizavên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo berbazarkirina berhemên Kurdistanê li derve dibin destkeftiyekê aborî yê giring”.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dilawer Ajgeyî êro (Pêncşem, 29.02.2024) li Yekîtiya Ewropayê ji K24ê re ragehand, “Bizavên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo berbazarkirina berhemên Kurdistanê li derve dibin destkeftiyekê aborî yê giring, herwekî pêştir rû da ku berhemên Kurdistanê hinardeyî kendavî hatin kirin”.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa got, “Pêştir Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Brûkselê di civînên xwe yên bi berpirsên wî welatî re daxwaz kiribû ku, sûka Ewropayê ji bo berhemên Kurdistanê bê vekirin”.

Dilawer Ajgeyî amaje jî da, “Yekîtiya Ewropayê ji bo berhemên welatan sûkeke mezin e, lewma eger em bikarin sûkên Ewropayê ji bo berhemên Herêma kurdistanê vebikin, ew dê ji bo aborê Kurdistanê destkeftiyekê mezin be, taybet di warê çandinê de”.

Navbirî tekez jî kir, “Tiştê em behs dikin hinardekirina bi awayekê sîstematîk e, ku divê lihevkirin bi welatekê endamê Yekîtiya Ewropayê re bê kirin. Ev jî dibe piştevaniyek ji bo vejandina çandinê û abor jî dê pê geş bibe”.