Amerîka piştevaniya çarekirina arêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê û Serokê Dîwana Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê serdana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Amerîkayê wekî serdaneke dîrokî ya giring diwesifînin, herwesa tekezê li ser hevahengî û peywendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê dikin.

Serokê Dîwana Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê Umêd Sebah îro (Pêncşem, 29.02.2024) pêşwaziya Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê Mark Stro û şanda pê re kir. Di wê civînê de, danûstandin li ser dawî pêşhat û aloziyên di rêya piroseya siyasî ya Îraqê û peywendiyên Hewlêr û Bexdayê hatin kirin.

Fermangeha Medya û Zanyaran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê belav kir, “Serokê Dîwana Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê û Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê tekez li ser hevahengî û peywendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê kir, herwesa behsa serdana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Amerîkayê kir û her du aliyan ew serdan wekî serdaneke dîrokî ya giring wesifand”.

Di çarçoveya wê civînê de, pirsa edilandina qanûna budceya federalî û biryarên vê dawiyê yên Dadgeha Federalî ya Îraqê û encamên wan biryaran û pirsa hilbijartinên Perlemana Kurdistanê û pêngavên yekkirina hêzên Pêşmergeyan û yadaşta hevfehimandina navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Amerîkayê hatin behskirin.

Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê Mark Stro dîsa piştevaniya xwe ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir û pêşveçûna danûstandinên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê û berdewambûna diyalogê ji bo çarekirina arêşeyên navbera her du aliyan bi rêya destûrî wekî pêdivî dît.

Serokê Dîwana Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê Umêd Sebah ji aliyê xwe ve spasiya Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê kir û helwestên Amerîkayê jî ji bo piştevaniya Herêma Kurdistanê bilind nirxandin.