Pirojeya Kornîşê Şêladizê li parêzgeha Dihokê tê bicihanîn

Wêneyê dîzaynkirî yê Kornîşê Şêladizê
Wêneyê dîzaynkirî yê Kornîşê Şêladizê

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgerê Dihokê hejmareke pirojeyan derbazî qonaxa bicihanînê dike, ku yek ji wan pirojeyan jî geştyarî ye û piştî temambûnê dê kertê geştyariyê li Dihokê bibe qonaxeke pêştir, ew jî pirojeya Kornîşê Rûyê Şîn e li nahyeya Şêladizê ya devera Amêdiyê.

Parêzgeha Dihokê îro (Pêncşem, 29.02.2024) di ragehandinekê de belav kiriye, “Parêzgerê Dihokê Elî Teter hejmareke pirojeyan derbazî qonaxa bicihanînê kir, ku pêştir razîbûn li ser wan pirojeyan hatiye diyarkirin û budceya pêdivî jî jê re hatiye terxankirin”.

Ragehandina Parêzgeha Dihokê amaje daye, “Ew piroje ev in; Kornîşê Rûyê Şîn li Devera Amêdiyê, avahiyê Dadgeha Amêdiyê, kanaleke vekirî ya avê ya geştyarî li bendava Dihokê, piroejeke avê li sinorê Akrê û kirîna amûrên qîrî ji bo Birêveberiya Giştî ya Avedankirin û Akincîkirinê ya Dihokê”.

Kornîşê Şêladizê li ser rûbarê Rûyê Şîn li nahyeya Şêladizê tê çêkirin, ku mezintirîn nahyeya qezaya Amêdiyê ye li Parêzgeha Dihokê, û zêdetirî sê milyar û 400 milyon dînaran dê lê biçin.

Ragehandina Parêzgeha Dihokê herwesa wêneyên dîzaynkirî yên Kornîşê Şêladizê jî belav kirine, ku bi awayekî serdemane hatiye çêkirin û ew dever piştî temambûna wê pirojeyê dê bibe navendeke geştyariyê ya giring, ev kornîş jî piştî kornîşê Delalê li Zaxoyê dê bibe kornîşê duyê ku kertên geştyariyê zêdetir pêş bixe û livîna aborî bi rêya peydakirina derfetên karî û hatina geştyaran baş dibe.