Caggins: Berpirsekî bilind ê Amerîkayê ji ber pirsa petrol û budceya Herêma Kurdistanê serdana Îraqê dike

Myles B. Caggins
Myles B. Caggins

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Komeleya Pîşesazî ya Petrola Herêma Kurdistanê (Apikur) amajeyê dide, “Serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo Amerîkayê peywendiyên her du aliyan mukomtir dike”. Herwesa dibêje, “Heftiya bê berpirsekî bilind ê Wezareta Derve ya Amerîkayê ji ber pirsa petrol û budceya Herêma Kurdistanê serdana Îraqê dike”.

Berdevkê Komeleya Pîşesazî ya Petrola Herêma Kurdistanê (Apikur) Myles B. Caggins îro (Înî, 01.03.2024) taybet ji K24ê re ragehand, “Serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo Amerîkayê peywendiyên her du aliyan mukomtir dike, herwesa civînên wî yên bi berpirsên bilind ên Amerîkayê re dê bandoreke siyasî, ewlehî û aborî li ser pêşkeftinên Herêma Kurdistanê û Îraqê hebe”.

Berdevkê Apikurê amaje jî da, “Berî serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo Amerîkayê, me pirojeyek daye Kongirêsê ji bo ku arêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê çare bike, taybet jî arêşeyên ku peywendî bi budce û petrolê re heye”.

Myles B. Caggins eşkere jî kir, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî pirsa hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê behs kiriye, di wê çarçoveyê de heftiya bê Cîgirê Arîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê dê serdana Îraqê bike û dê peyama Amerîkayê ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û çarekirina arêşeya budceyê ku zirar gehandiye xelkê Herêma Kurdistanê bigehîne Hikûmeta Îraqê”.

Roja Şemê, 24.02.2024, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi vexwandineka fermî gehişt Waşintona paytexta Amerîkayê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Koçka Spî, Wezareta Derve û Kongirêsê hejmareke civînan bi berpirsên bilind ên wî welatî re dike.

Tewerê serekî yê wan civînan girêdayî zêdetir pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê û dawî guhertin û pêşveçûnên rewşa giştî ya Îraq û deverê dibe.