Nêçîrvan Barzanî û Erdogan peywendiyên dualî û rewşa navçeyê guftûgo kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di dema beşdarîkirina di Korbenda Dîplomasî ya Antalya de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şeva borî 01.03.2024an bi Serokomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan re civiya.

Li gorî daxuyaniye Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de di derbarê pêşxistina peywendiyan û alîkariya hevbeşa Tirkiye li gel Iraq û Herêma Kurdistanê bi taybetî li warê bazirganî û aboriyê de, her wiha di derbarê rewşa siyasî û emnî ya Iraq û Herêma Kurdistanê de danûstandina bîr û ramanan kirin.

Her du aliyan behsa eger û karvedanên rewşa aloz ya navçeyê û pêşhatên şerê li Xezzeyê kirin, her wiha tekez li ser girîngiya hewl û alîkariya hemû aliyan ya ji bo çareserkirina aştiyane ya kêşeyan bi guftûgo û derfet û rêyên dîplomasiyan kirin.

Metirsiyên terorê û çend pirsên din ên girîng û hevbeş, mijarên din ên civînê bûn.