Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Pêwendiyên me bi Amerîkayê re bihêz dimînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de tekezî li bihêzbûna pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê dike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li tora civakî “X” peyamek belav kir û tê de nivîsî: “Pêwendiyên me bi Amerîkayê re bihêz dimînin.”

Civînên Serokwezîr Mesrûr Barzanî yên li Amerîkayê deriyek ji bo gotûbêjkirin û dîtina çareseriyên pirsgirêkên gelê Herêma Kurdistanê û hemû pêkhateyên wê.

Çawa ku mijara mûçe û mafên gelê Kurdistanê mijara sereke ya hevdîtinên Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Amerîkayê bû, herwiha parastina mafên pêkhateyan û biryarên Dadgeha Bilind a Federalî yên li dijî pêkhateyan jî, mijara sereke ya hevdîtinan bû.

Di civîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken re, Blinken hevdeng bûn ku biryarên Dadgeha Federalî û pêngavên li dijî herêmê û sîstema federalî ya Iraqê ne û ew nîgeran in û divê rêz li qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê, sîstema federalî û pirensîpên demokratîk ên Iraqê bê girtin.

Di civînên Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn Barbara Leaf, Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Asayîşa Sivîl, Demokrasî û Mafên Mirovan Ezra Ziya û Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Çavkaniyên Enerjiyê Geoffrey Piatt re, behsa parastina mafên pêkhateyan û pêşxistina çanda pêkvejiyana aştiyane û azadiya olî kir.

Herwiha di civînên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Seroka Berê ya Encûmena Nûneran ya Amerîka Nancy Pelosi û endamên Encûmena Nûneran Seth Molton, Don Bacon, Brad Winstrup û Amata Coleman de, Mesrûr Barzanî tekezî li ser giringiya cibicîkirina destûr, dabînkirina mafên destûrî yên gelê Kurdatanê û parastin û rêzgirtina li qewareya destûrî û federalî ya Herêma Kurdistanê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di civînên bi çend endamên kongressê re jî, hevnêrîn bûn li ser girîngiya parastina asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê û rêzgirtin li qewareya destûrî ya Herêmê û parastina mafên pêkhateyan.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di hemû civînan de tekezî li wê kir ku ew ê berdewam bin li ser parastina mafên hemû pêkhateyan û bibin penagehek ji bo penaberan. Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: Me spasiya dostayetî, hevkarî û piştevaniya Amerîkayê dikin û tekezî li ser giringiya dabînkirina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê û mafên pêkhateyan û pêkvejiyana aştiyane dikin û me daxwaz ji civakî navdewletî kir ku rê nede mafên pêkhateyan bên binpêkirin.