Roja hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hat diyarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja 10/6/2024an, wek roja hilbijartinên giştî yên xula şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê diyar kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 3ê Adara 2024an fermana herêmî ya ji bo diyarkirina roja hilbijartinên bê yên Parlamentoya Kurdistanê îmze kir.

Li gorî fermana herêmê, Nêçîrvan Barzanî roja 10/6/2024an, wek roja hilbijartinên giştî yên xula şeşem a Parlamentoya Kurdistanê diyar kir.

Li gor wê fermanê jî, hemû aliyên pêwendîdar pabend dibin ku ji bo cîbicîkirina vê biryarê, pêngavên pêwîst ji bo hevkarî û hevahengiyê ligel Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan bavêjin.

Biryar bû hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di 25ê Sibata bê de bihatine kirin, lê Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê roja 3ê Çileya 2024an gotibû, ji ber paşxistina biryara Dadgeha Federal a li ser kursiyên pêkhateyan heta 21’ê Çile, komisyon nikare hilbijartinên parlementoyê di 25ê Sibata 2024an de pêk bîne.