Brîtanya, Fransa, Îtalya û Holanda pêşwaziya ragehandina jivanê hilbijartinên Perlemana Kurdistanê dikin

Perlemana Kurdistanê
Perlemana Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Konsulxaneya Giştî ya Brîtanyayê li Hewlêrê peyamekê li ser diyarkirina jivanê hilbijartinên Perlemana Kurdistanê belav. Herwesa Nûnerîtiyên Diplomasî yên Fransa, Îtalya û Holandayê jî pêşwaziya ragehandina jivanê hilbijartinên Perlemana Kurdistanê dikin.

Konsulxaneya Giştî ya Brîtanyayê li Hewlêrê îro (Yekşem, 03.03.2024) peyamek li ser diyarkirina jivanê hilbijartinên Perlemana Kurdistanê belav kir û tê de ragehand, “Em pêşwaziya biryara Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo diyarkirina roja 10.06.2024ê ji bo birêveçûna hilbijartinên Perlemana Kurdistanê dikin”.

Konsulxaneya Giştî ya Brîtanyayê amaje jî da, “Hilbijartin ji bo diyarkirina dengê xelkê Herêma Kurdistanê û paşeroja wê gelek giring in”.

Herwesa Nûnerîtiyên Diplomasî yên welatên Fransa, Îtalya û Holandayê li Herêma Kurdistanê jî pêşwaziya ragehandina jivanê hilbijartinên Perlemana Kurdistanê kir û piştevaniya xwe ji bo serkeftina wê piroseyê tekez kir.

Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê jî her îro (Yekşem, 03.03.2024) di peyamekê de ragehand, “Em pêşwaziya biryara Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser diyarkirina roja 10.06.2024ê ji bo hilbijartinên Perlemana Kurdistanê dikin”.

Di peyama Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê de hatiye, “Em piştevaniya birêveçûna hilbijartinan bi awayekî azad û dadperwerane dikin, ku ji bo demokrasiyeke saxlem û paşeroja Herêma Kurdistanê gelek giring e”.

Serokatiya Herêma Kurdistanê îro (Yekşem, 03.03.2024) di ragehandinekê de eşkere kir, “Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî fermana herêmî ji bo diyarkirina roja hilbijartinên bên ên Perlemana Kurdistanê îmza kir”.

Li gorî fermana herêmê, Nêçîrvan Barzanî roja 10.06.2024, wek roja hilbijartinên giştî yên gera şeşê ya Parlamena Kurdistanê diyar kiriye.

Li gor wê fermanê jî, hemû aliyên pêwendîdar pabend dibin ku, ji bo bicihanîna vê biryarê pêngavên pêdivî ji bo hevkarî û hevahengiyê ligel Komisyona Bala ya Serbixwe ya Hilbijartinan biavêjin.

Biryar bû hilbijartinên Parlamena Kurdistanê li 25ê Sibata borî hatiban kirin, lê Komisyona Hilbijartinan a Iraqê roja 3ê Çileya 2024ê gotibû, “Ji ber paşxistina biryara Dadgeha Federal a li ser kursiyên pêkhatan heta 21ê Çileyê, komisyon nikare hilbijartinên parlemenê di 25ê Sibata 2024ê de pêk bîne”.