Arecî: Di berjewendiya Îraqê de ye ku Herêma Kurdistanê bihêz be

Qasim Arecî
Qasim Arecî

Navenda Nûçeyan (K24) - Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê radigehîne, “Di berjewendiya Îraqê de ye ku Herêma Kurdistanê bihêz be”.

Li dû ragehandina Nivîsîngeha Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê, îro (Yekşem, 03.03.2024) Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Arecî di çarçoveya Korbenda Antalyayê li Tirkiyeyê de bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiyaye.

Di wê ragehandinê de hatiye, “Nêçîrvan Barzanî û Qasim Arecî tekez li ser berdewamiya hevahengiya navbera Bexda û Hewlêrê bi arasteya yekdengî û berjewendiyên hevpar kiriye”.

Arecî di wê hevdîtinê de ragehandiye, “Di berjewendiya Îraqê de ye ku Herêma Kurdistanê bihêz be”.

Navbirî herwesa giringiya karkirinê ji bo pejirandina danûstandineke niştîmanî bi rêya bizavên hevpar ên tevaya hêzên siyasî tekez kiriye, ji bo ku wê seqamgiriya siyasî peyda bikin a ku hemî alî bizavê jê re dikin.