UNAMI: Em hêvîdar in çi berbestên din bo hilbijartinên Perlemana Kurdistanê çê nebin

Neteweyên Yekgirtî li Îraqê
Neteweyên Yekgirtî li Îraqê

Navenda Nûçeyan (K24) - UNAMI pêşwaziya diyarkirina roja hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê dike û radigehîne, “Em hêvîdar in çi berbestên din bo hilbijartinên Perlemana Kurdistanê çê nebin”.

Cîgirê Şandiyê Taybet ê UNAMI li Îraqê Claudio Cordone îro (Yekşem, 03.03.2024) ragehand, “Biryar hat dan ku roja 10.06.2024ê hilbijartinên Perlemana Kurdistanê bên kirin û em hêvîdar in çi berbestên din bo wê piroseyê çê nebin”,

Caludio Cordone li ser piştevaniya UNAMI ji bo birêveçûna piroseya hilbijartinan amaje da, “UNAMI amade ye li ser pêşkêşkirina piştgiriyên jê tên daxwazkirin berdewam be”.

Herwesa konsulxaneyên giştî yên Amerîka, Brîtanya, Fransa, Almanya, Îtalya û Holanda jî pêşwaziya diyarkirina jivanê hilbijartinên Perlemana Kurdistanê kir û piştevaniya xwe jî ji bo wê pirsoeyê bi awayekî azad û dadperwerane tekez kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê îro (Yekşem, 03.03.2024) di ragehandinekê de eşkere kir, “Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî fermana herêmî ji bo diyarkirina roja hilbijartinên bên ên Perlemana Kurdistanê îmza kir”.

Li gorî fermana herêmê, Nêçîrvan Barzanî roja 10.06.2024, wek roja hilbijartinên giştî yên gera şeşê ya Parlamena Kurdistanê diyar kiriye.

Li gor wê fermanê jî, hemû aliyên pêwendîdar pabend dibin ku, ji bo bicihanîna vê biryarê pêngavên pêdivî ji bo hevkarî û hevahengiyê ligel Komisyona Bala ya Serbixwe ya Hilbijartinan biavêjin.

Biryar bû hilbijartinên Parlamena Kurdistanê li 25ê Sibata borî hatiban kirin, lê Komisyona Hilbijartinan a Iraqê roja 3ê Çileya 2024ê gotibû, “Ji ber paşxistina biryara Dadgeha Federal a li ser kursiyên pêkhatan heta 21ê Çileyê, komisyon nikare hilbijartinên parlemenê di 25ê Sibata 2024ê de pêk bîne”.