Şerê Xezzeyê di kampanya hilbijartinê yên Tirkiyeyê de wek amrazeke siyasî tê bikaranîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Şerê li Xezzeyê di kampanya hilbijartinên şaredariyan yên Tirkiyeyê de, weke amrazeke siyasî tê bikaranîn. Hikûmet û opozîsyon bi gurkirina hestên gel, dixwazin bi ser hev bikevin.

Şerê li Xezzeyê di kampanya hilbijartinên şaredariyên Tirkiyeyê de weke amrazeke siyasî tê bikaranîn. Namzedê partiya desthilatdar li Stenbolê dibêje, her dengek ji bo wî, dengek ji bo alîkarî û azadiya Xezzeyê ye. Li aliyê din jê opozîsyon namzedê desthilatdariyê weke yekdestdar pênase dike. Di vê navberê de, serokê mezintirîn partiya opozisyona Tirkiyeyê dibêje, ewê meha Nîsanê serdana Filistînê bike.

Namzedê Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) ji bo Şaredariya Mezin a Stenbolê Murat Kurum got, her dengek ji bo wî, dengek ji bo alîkarî û azadiya Xezzeyê ye.

Murat Kurum got: “Gelê mezlûm ê Xezzeyê dê di hilbijartinên 31'ê Adarê de dilxweş bibin. Hemû birayên me yên ku destê xwe dirêjî me kirine, dê dilxweş bibin. Ji bo rizgarkirina Xezzeyê û şandina alîkariyan bi rêya Şaredariya Stenbolê, gel dê dengê xwe bide xizmeta rasteqîne.”

Serokê Partiya Gel a Komarî (DHP) Ozgur Ozel jî got: “Murat Kurum yekdestdar û derewkar e. AK Partî ji bilî van dirûşmeyan, tiştekî ji bo derngderên xwe nake.”

Ji aliyê xwe ve Ekrem Îmamoglû got: “Murat Kurum di rastiyê de, rexneyan li hikûmetê digire. Li gorî wî dewleta Tirk a mezin nikare alîkariyê Xazzeyê bike, lê ew ê bi rêya şaredariyê alîkariya wê bike.”

Di vê navberê de, Serokê Partiya Deva Alî Babacan ragihand, bikaranîna Xazzeyê ji bo hilbijartinên şaredariyan “şerm e”.

Ji aliyekî din ve, Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu got: “Hikûmet bazirganiya xwe ya bi Îsraîlê re didomîne û ji aliyekî din ve jî dibêje eger were hilbijartin, dê alîkariyan bişîne Xazzeyê.”

Ev ne cara yekem e ku şerê li Xezzeyê ji bo kampanyayên hilbijartinê li Tirkiyeyê tê bikaranîn. Berî niha Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel gotibû ku ewê ji bo nîşandana hevsozî û hevxemiya xwe serdana Filistînê bikin.