Qayimqamê Hewlêrê: Arîkariya zirardîtiyên sûka Lengeyê tê kirin

Sûka Lengeyê ya Hewlêrê
Sûka Lengeyê ya Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî ku li roja 27ê Sibata 2024ê agir berbû sûka Lengeyê ya Hewlêrê, 166 dikanên wê şewitîn û ew rûdan bê zirarên canî hat kontirolkirin, Qayimqamê Hewlêrê ragehand, “Hikûmet dê ji bo kêmkirina zirarên wan dikandaran arîkariya wan bike”.

Fermangeha Medya û Zanyaran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Duşem, 04.03.2024) belav kir, “Lijneyek ji bo lêkolînê li ser sedemên wê şewatê û destnîşankirina arêşeyan û danana çareseriyê ji bo ku dubare nebe hatiye pêkanîn”.

Qayimqamê Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd jî eşkere kir, “Eger aliyekê xemsar di wê rûdanê de hebe, rêkarên qanûnî dê li beranberî wî bên bicihanîn”.

Qayimqamê Hewlêrê ji Fermangeha Medya û Zanyaran re ragehandiye, “Lijneyeke pêdivî ji dezgehên peywendîdar ji bo lêkolînê li ser sedemên şewata sûka Lengeyê û xeminandina zirarên wê hatiye pêkanîn”.

Nebez Ebdulhemîd amaje jî da, “Me çi tişt bi navê qerebû nînin ji ber ku qerebûyê rêkarên xwe yên qanûnî hene, lê ya ku di dema borî de hatiye kirin arîkarî bû ji bo wan kesên ku zirar di lehî û şewat û rûdanên xwezayî de dîtine. Bê goman ji bo van dikandaran jî hikûmet dê li dû şiyana xwe arîkariya wan bike, ev jî di dema xwe de tê ragehandin”.

Berdevkê Birêveberiya Şaristanî ya Hewlêrê Karwan Mîrawdelî ragehand, “Me karî bi du seet û 45 deqîqeyan de û bi tevlîbûna 18 tîman wî agirî kontirol bikin, tevaya hêza me ya mirovî di wê rûdanê de amade bûn, ku karî wê sûkê 88% ji şewatê biparêze”.

Berdevkê Birêveberiya Şaristanî ya Hewlêrê ron jî kir, “Sîstema agirvemirandinê ya vê sûkê ji aliyê me ve nehatiye pejirandin û me 7-8 têbînî li ser wê hene û civata vê sûkê haydar bûn. Eger wê sîstemê kar kiriba, zirareke wesa nedibû û ew agir jî dê baştir hatiba kontirolkirin”.