Mekteba Siyasî ya PDKyê: Em tekezê li ser rêkxistina navmala Kurdistanê dikin

Logoya PDKyê
Logoya PDKyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi minasibeta salvegera 33ê ya serhildana gelê Kurdistanê, Mekteba Siyasî ya PDKyê peyamek belav kiriye, tekezê li ser rêkxistina navmala Kurdistanê dike û piştevaniya xwe ji bo hilbijartinên Perlemana Kurdistanê tekez dike.

Mekteba Siyasî ya PDKyê îro (Duşem, 04.03.2024) bi minasibeta salvegera 33ê ya serhildana gelê Kurdistanê peyamek belav kiriye û tê de hatiye, “Em wekî herdem û li ser eynî pirinsîp û peyama rast û durist a parta xwe tekezê li ser rêkxistina navmala Kurdistanê dikin, bi rengekî ku em li ser pirsên stratejîk ên Kurdistanê, parastina mafên xwe yên rewa û destûrî, axa xwe û destkeftî û qewareya xwe ya niştîmanî hevaraste û yekgotar bîn û  hemî bizavên rijd û dilsozane pêxemetî çarekirina arêşeyan bikin û em hemî bi rengekî berpirsane berjewendiyên giştî yên xelkê Kurdistanê li ber çav werbigirin û erkê me yê pêşiyê parastina ax û xelkê Kurdistanê û vê qewareyê û destkeftiyên me be”.

Herwesa Mekteba Siyasî ya PDKyê di peyama xwe de amaje daye, “Em li beranberî hejmareke asteng û aloziyên wesa ne ku zêdetir pêdivîtiya me bi hevahengî û yekdestiyê li ser astê Herêma Kurdistanê û berdewamiya danûstandinan bi Bexdayê re ber bi çarekirin û yekalîkirina arêşeyan heye, ji bo ku careke din arêşe û qeyran dubare nebin”.

Mekteba Siyasî ya PDKyê tekez kir, “Em li ser parastina desthilatê û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê li dû qanûn û destûrê federalî rijd bûn, û em tekezê li ser bingehên serekî yên avakirina Îraqa nû û bidawîanîna arêşeyên hilawîstî dikin, ku xwe di bingehên hevparî û hevdengî û hevsengiyê de dibînin”.

Mekteba Siyasî ya PDKyê di derheqa hilbijartinên Perlemana Kurdistanê de jî ragehandiye, “Em piştevaniya xwe ji bo piroseya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê di wê demê de diyar dikin a ku Serokê Herêma Kurdistanê diyar kiriye, ku roja 10 Hezîrana îsal e. Em sozê bi cemawerê gelê xwe û hemî dostên gelê Kurdistanê didin ku PDK bi rengekî rijd û rastgo ji bo piroseya hilbijartinan bi rengekî azad û pakij û bijîn kar dike”.

Mekteba Siyasî ya PDKyê herwesa gotiye, “Em ji bo tevaya Kurdistanê û Îraqê û cîhanê radigehînin ku em dê pişkdareke bihêz bin, ji bo serxistina hilbijartinan û qebûlkirina encamên wan, bi nerîna me ya mukom bi demokrasî û pêşbirka demokrasiyane û aştiyane û dadwerî û vegeriyana ji bo deng û biryarên xelkî di desthilata Herêma Kurdistanê de”.