Parêzgerê Hewlêrê: Geştên asmanî yên navbera Hewlêr û Diyarbekirê dest pê dikin

Umêd Xoşnaw
Umêd Xoşnaw

Navenda Nûçeyan (K24) - Şandeke Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Diyarbekirê li Hewlêrê ye. Parêzgerê Hewlêrê dibêje, “Di vê mehê de geştên asmanî yên navbera Hewlêr û Diyarbekirê dest pê dikin”. Serokê Odeya Bazirganî ya Diyarbekirê jî radigehîne, “Armanca me ya serekî zêdekirina qebareya bazirganî ye”.

Şandeke Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Diyarbekirê bi serokatiya serokê wê odeyê Ehmed Kaya îro (Sêşem, 05.03.2024) serdana Hewlêrê kir û ji aliyê Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xuşnaw û serok û endamên Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Hewlêrê ve pêşwazî lê hat kirin.

Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xuşnaw ji K24ê re ragehand, “Me di hevdîtina xwe de tekez li ser pêşxistina peywendiyên navbera odeyên bazirganî yên Hewlêr û Diyarbekirê kir ku di dema borî de peywendiyên gelek baş di navbera wan de hebûn. Em jî wekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parêzgeha Hewlêrê piştevaniya pêşxistina peywendiyan dikin”.

Parêzgerê Hewlêrê amaje jî da, “Wê şandê ew xeberê xweş da me ku di vê mehê de careke din hêla asmanî ya rasterast a navbera Hewlêr û Diyarbekirê dest bi geştên xwe dike. Bi piştrastî ve ev yek xizmeta me her du aliyan, xelkê her du parêzgehan, pêşxistina peywendiyan û livîna bazirganî dike”.

Umêd Xuşnaw eşkere jî kir, “Dawiya Nîsana îsal Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Diyarbekirê pêşangehek heye. Wan em ji bo pêşangehê vexwandine û me jî bi dilxweşî ve vexwandina wan qebûl kiriye. Tevlîbûna di wan pêşangehan de dibe sedema zêdetir hevnasîna kertê taybet, kompaniyan û kertê giştî”.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Diyarbekirê Ehmed Kaya jî ji K24ê re ragehand, “Me ji sala 2008ê ve peywendiyên bazirganî bi odeyên bazirganî yên Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê re hene û em dixwazin wan peywendiyan pêş bixin. Herwesa me di salên borî de hejmareke lihevkirinên bazirganî îmza kirine”.

Ehmed Kaya di pareke din a gotinên xwe de tekez kir, “Armanca me ya serekî zêdekirina qebareya bazirganî ye. Em dixwazin berbestên wekî arêşeya vîzeyan nehêlin”.