PDK: Biryarên Dadgeha Federalî hewlek ji bo kêmkirina desthilat û taybetmendiyên Herêma Kurdistanê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) daxuyaniyek derbarê biryarên Dadgeha Federal a Iraqê de belav kir û tê de Ggot jî: “Ew biryar hewldanek bo kêmkirina desthilat û taybetmendîyên Herêma Kurdistanê ye.”

Polîtburoya PDKê di daxuyaniya de ragihand, bi biryarên vê dawiyê yên Dadgeha Federal a Iraqê hewla kêmkirina desthilat û taybetiyên Herêma Kurdistanê daye û kar ji bo lawazkirina saziyên wê kiriye û rê li ber desthilatên federal vekiriye ku zêdegaviyê li desthilatên destûrî yên Herêma Kurdistanê bike.

Polîtburoya PDKê herwiha eşkere kir, kêmkirina kursiyên Parlementoya Kurdistanê, nehîştina kursiyên pêkhateyan û dabeşkirina Herêmê li ser çend navçeyên hilbijartinan ji aliyê Dadgeha Bilind a Federalî ve bi bêyî hinceteke destûrî, binpêkirina eşkere ya prensîpên bingehîn ên destûrê ye. Ji berk u zêdetirî 30 salan e yasaya hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê di meriyetê de ye û heta niha 5 gerên hilbijartinên parlamentoyê hatine kirin û bûye kevirê bingehîn ê demokrasiyê û nûnertiya hemû pêkhate û nêrînên cuda.

Polîtburoya PDKê dibêje: “Dadgehê îspat nekiriye ku sîstema yek-navçeyî ya Herêma Kurdistanê nedestûrî ye. Herwiha lewaziya sîstema pir navçeyan jî ew e ku derfet nade partiyên biçûk û navîn ku nûnertiya wan bi temamî hebin.”

Diyar kir jî, nehîştiya kursiyên kutayê ya pêkhateyan li Herêma Kurdistanê berovajî yasaya hilbijartina Parlamentoya Federal e û di encûmena parêzgehan de jî kursî ji bo pêkhateyan tên veqetandin, Herwiha ew berovajî xalên (49/Birga Yekem) û (125) ên destûrê ye.

Polîtburoya PDKê da xuyakirin, biryarên Dadgeha Federalî li dijî prensîpên destûrê ên ku dewleta federal û sîstema demokratîk li ser bingeha wê hatiye avakirin. Ev jî dibe sedem ku Iraq ber bi sîstemeke navendî ve biçe û ji sîstema federaliya demokratîk dûr bikeve.

Di daxuyaniya xwe de hat gotin, divê hemû hevbeşên desthilatdariyê bi giştî û Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê bi taybetê bi awayekî cidî kar bikin ji bo destûr û xalên peymana Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê cibicî bikin.

Herwiha Polîtburoya PDKê daxwaza amadekirin û danîna yasaya neft û gazê û yasaya damezrandina Encûmena Federal kir, bi taybetî jî derxistina yasaya Dadgeha Bilind a Federal ji bo çareserkirina pirsa rewabûna destûrî ya vê dadgehê, li gor rêkarên destûrî yên di madeya (92) de hatine û garantîkirina serxwebûna dadgehê.