Pêgeheke navdewletî: Pêdivî ye Amerîka hêzên xwe bibe Herêma Kurdistanê

Hejmareke serbazên Amerîkayî li Îraqê
Hejmareke serbazên Amerîkayî li Îraqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Pêgeha Middle East Transparent ku girêdayî lêkolînên stratejîk e dibêje, “Baştir e ku Amerîka tevaya hêzên xwe ji Îraqê venekêşe, belkî hejmareke hêzên xwe bibe Herêma Kurdistanê ji bo piştevanîkirina hêzên Pêşmergeyan û rûbirûbûna terorê”.

“Pêdivî ye Amerîka xala giraniya hêzên xwe bibe Herêma Kurdistanê, berovajî wê yekê metirsî dê li ser şandiyên wê li deverên din ên Îraqê çê bibe”, Ev pareke raporta pêgeha Middle East Transparent a navdewletî ye li ser ihtîmala vekêşana hêzên Amerîkayê û givaştinên aliyên Şîe li ser wê pirsê.

Pêgeha Middle East Transparent ku girêdayî lêkolînên stratejîk e raporteke şirovekarî li ser duberekî û danûstandinên girêdayî hêlan an jî derxistina hêzên Amerîkayî ji Îraqê belav kiriye û tê de hatiye, “Di berjewendiya Waşintonê de ye ku giraniya xwe li Bexdayê zêde bike lê ne ji aliyê serbazî ve, belkî bi rêya diplomasî û aborî, dikare hêzên xwe vebiguhêze Herêma Kurdistanê, ji ber ku bi derxistina tevaya hêzên xwe ji Îraqê, balyozxane û şandiyên wê yên diplomasî dê rûbirûyî metirsiyê bibin”.

Wê pêgeha navdewletî ron jî kiriye, “Daxwaza vekêşana hêzên Amerîkayê ji Îraqê ne tiştekî nû ye, belkî ji sala 2018ê ve heye û kuştina Qasim Silêmanî û Ebu Mehdî Muhendis li destpêka 2020ê ew daxwazî gehand kopîtkê”.

Middle East Transparent herwesa amaje daye, “Ne tenê milîşya, belkî pareke endamên hikûmeta Sûdanî jî li pişt perdeyan givaştinan ji bo derxistina hêzên Amerîkayî çê dikin, lê bê hebûna serbazên Amerîkayî li Îraqê, hêzên ewlehiyê yên Îraqê nikarin şandiyên wan ên diplomasî biparêzin”.

Wê pêgeha navdewletî di derheqa Sûdanî de jî gotiye, “Diyar nîne Sûdanî bi vekêşana hêzên Amerîkayê re ye an ne, lê hejmareke ragehandinên wî yên li dijî Amerîkayê ji bo razîkirina hêzên Şîe yên nav hikûmeta wî bûne”.

Middle East Transparent daxwazê ji Amerîkayê dike ku pareke hêzên xwe li Herêma Kurdistanê binecih bike ji bo rûbirûbûna DAIŞê û piştevaniya hêzên Pêşmergeyan, ji ber ku Herêma Kurdistanê ji bo binecihbûna hêzên Amerîkayê jîngeheke guncayîtir e.