Hewalgiriya Tirkiyeyê kuştina berpirsekî PKKyê li Silêmaniyê radigehîne

Navenda Nûçeyan (K24) - Dezgeha Hewalgiriyê ya Tirkiyeyê MÎT radigehîne ku, karîne di operasiyonekê de li parêzgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê berpirsekî Rêkxistina PKKyê li Kelarê bikujin.

Dezgeha Hewalgiriyê ya Tirkiyeyê MÎT îro (Çarşem, 06.03.2024) ragehand ku, karîne di operasiyonekê de li parêzgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê Berpirsê Rêkxistinê PKKyê li Kelarê bikujin.

Ajansa Anadolê ya Tirkiyeyê belav kiriye ku, li dû wan zanyarên ji çavkaniyên ewlehiyê bi dest wan keftine, diyar bûye ku Husno Komek pêştir zêrevanê berpirsên mezin ên PKKyê Cemîl bayîk û Duran Kalkan bûye, herwesa li sinorê parêzgeha Silêmaniyê jî çalakî ji bo wê rêkxistinê kirine.

Husno Komek erkê taybet di nav NLPyê de bi rê ve dibir, çalakiyên meşqî ji bo bazina piştevaniya PKKyê li Silêmaniyê û bajarkê Kelarê, navenda îdareya Germiyanê rêk xistibûn.

Li dû zanyaran, dezgeha MÎTê li sinorê parêzgeha Silêmaniyê bi hûrî çavdêriya livînên Husno Komek kiriye, ku navê wî yê nihênî Şevger Azad bû û di çarçoveya operasiyonekê de li Silêmaniyê kuştiye.

Wê ajansê herwesa amaje daye, “Husno Komek li sala 1999ê peywendî bi rêkxistina PKKyê kiriye. Di navbera salên 2002 û 2003ê de, berpirsê çalakiyên ragehandinê yên Duran Kalkan bûye. Hingê navê wî yê nihênî Ebas bûye”.

Ev berpirsê duyê yê PKKyê ye ku di vê heftiyê de li sinorê parêzgeha Silêmaniyê ji aliyê Dezgeha Hewalgirî ya Tirkiyeyê û medyayên wî welatî ve bizava kuştina wî tê belavkirin.

Li roja 4ê vê mehê jî Dezgeha Hewalgirî ya Tirkiyeyê ragehandibû, piştî çavdêrîkirina livînên Gulson Silgir ku wekî Sara Hogir Riha dihat nasîn û di nav Rêkxistina Ciwanan a PKK û KCKyê de berpirs bûye, li dawiyê karîne li bajarkê Pêncwînê yê girêdayî parêzgeha Silêmaniyê bikujin”.