Wezîrê Tendirustiyê yê Îraqê serdana nexweşxaneyên Hewlêrê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Tendirustiyê yê Îraqê bi şandeke bilind a wezareta xwe re li Hewlêrê ye û biryar e serdana tevaya nexweşxaneyên bajarî bike.

Wezîrê Tendirustiyê yê Îraqê bi şandeke bilind a wezareta xwe re îro (Çarşem, 06.03.2024) gehişt Hewlêrê û ji aliyê Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzincî û Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ve pêwazî lê hat kirin.

Peyamnêra K24ê Ii Hewlêrê Şeyma Bayîz ragehand, “Li dû wê karnameya hatiye danan, îro Wezîrê Tendirustiyê yê Îraqê serdana çend nexweşxaneyên bajarê Hewlêrê dike, li destpêkê jî bi Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzincî re serdana Nexweşxaneya Fêrkirinê ya Raperînê kir ku girêdayî zarokan e”.

Peyamnêra K24ê herwesa amaje da, “Armanc ji serdana Wezîrê Tendirustiyê yê Îraqê ji bo nexweşxaneyên bajarê Hewlêrê ew e ku li ser wan xizmetkariyên tendirutî haydar bibe yên ku pêşkêşî welatiyan tên kirin”. Herwesa got, “Wezîrê Tendirustiyê yê Îraqê bi pizişk û desteyên nexweşxaneyan re dicive û guhdariya daxwaziyên wan dike”.

Ev di demekê de ye ku Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê giringiyeke taybet daye warê tendirustiya welatiyan û kertê tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê, her di wê çarçoveyê de jî her mehê zêdetirî 25 milyar dînaran ji bo wî warî xerc kirine.

Di warê pêdivîtiyên derman û pêdivîtiyên pizişkî de jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo her mehekê 13 milyar û 750 milyon dînar xerc kirine, herwesa di warê dabînkirina xwarinê ji bo nexweşxaneyan de jî 4 milyar û 892 milyon û 739 hezar û 450 dînar terxan kirine.