Hilbijartinên şaredariyan.. Hevrikiya di navbera partiyên desthilatdar û opozîsyonê de tundtir bûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Kêmtir ji mehekê li ser hilbijartinên şaredariyan a Tirkiyeyê re maye, hevrikiya di navbera partiyên desthilatdar û opozîsyonê de tundtir bûye. Li gorî rapirsiyanî jî, encamên vê hilbijartinê dê ji hilbijartinên 2019’an ne cudatir bin.

Hilbijartinên şaredariyan a Tirkiyeyê derbasî qonaxeke nû bûye û rapirsîn diyar dikin ku cudahî di navbera dengên partiyên deshilatdar û opozisyonê de kêm e û ji bilî çend parêzgehan, encamên vê hilbijartinê ji yên sala 2019an pir cuda nabin.

Li Stenbolê, Akram Îmamoglu tevî hilweşandina tifaqa Milliyet a 2019’an, hîn jî dengên xwe parastine û li pêş AK Partiyê û Hevpeymaniya Cumhur de ye. Li gorî rapirsiyên dawî, Îmamoglû bi 2-3 xalan li pêş Murat Kurum e. Hevdem jî dengê namzetên DEM Partiyê yên ku dê li Stenbolê qedera hilbijartinê diyar bikin, ji sedî 4 heta 5 e.

Li Enqereyê rewş cuda ye, namzedê CHPê Mansur Yavas 3-6 xalan li pêşiya namzedê AK Partiyê û Hevpeymaniya Cumhur Turgut Altok heye. Piraniya rapirsiyan diyar dikin ku Yavash dê di hilbijartinê de bi hêsanî biser bikeve.

Li parêzgehên kurdan, DEM Partî serdest e û rapirsî dibêjin ku Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM Partî) dê hemû şaredariyên ku di sala 2019an de bidest xistine, dê careke din bidest bixe.

Her çend di sîstema siyasî ya Tirkiyeyê de rapirsîn pir girîng bin jî, carinan piraniya rapirsiyan cihê xwe nagirin. Ji ber ku di hilbijartinên serokomariyê yên 14 û 28ê Gulanê de tevî hemû rapirsiyan jî, Erdogan bi cudahiyeke kêm hevrikê xwe têk biribû.