Serokwezîr Mesrûr Barzanî gihîşt Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 7ê Adara 2024an, piştî serdaneke fermî bo Amerîkayê, vegeriya Hewlêrê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Washingtonê bi rayedarên payebilind ên Koşka Sipî, Kongress, Wezareta Derve, Pentagon û Wezareta Xezîneyê re hevdîtin kirin.

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi serokê berê yê Amerîkayê George W. Bush re jî hevdîtin pêk anî.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşhatên dawî yên li Iraq û Herêma Kurdistanê, giringiya rêzgirtin li qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê, dabînkirina mafên destûrî û darayî yên gelê Kurdistanê, parastina mafên pêkhateyan û proseya dubare destpêkirina petrola Kurdistanê bi berpirsên bilind ên Amerîkayê re gotûbêj kirin.