Saman Berzincî: Kabîneya Nehê şoreşeke mezin a guhertinan di kalitiya kontirola dermanan de kiriye

Saman Berzincî
Saman Berzincî

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê amajeyê dide, “Di du salên borî de, di çend rêkar û teweran de hem jî di warê dubare tomarkirina berheman û dubare tomarkirina kargehên berhemanînê de û taybet ên ku ji derveyê welatî tên, guhertineke mezin hatiye kirin”.

Di çarçoveya serdana wî ya ji bo bajarê Silêmaniyê de, Wezîrê Tendirustiyê yê Îraqê Salih Hesnawî û Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzincî kongireyeke rojnamevanî ya hevpar kir.

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê amaje da ku, di Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de şoreşeke mezin a guhertinên bingehîn di kontirolkirina kalitiyê û dabînkirina xizmetkariyên pizişkî de kiriye.

Saman Berzincî herwesa got, “Di du salên borî de, di çend rêkar û teweran de hem jî di warê dubare tomarkirina berheman û dubare tomarkirina kargehên berhemanînê de û taybet ên ku ji derveyê welatî tên guhertineke mezin hatiye kirin”.

Wezîrê Tendirustiyê yê Îraqê Salih Hesnawî doh (Çarşem, 06.03.2024) bi şandeke bilind a wezareta xwe re gehişt Hewlêrê û ji aliyê Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzincî û Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ve pêwazî lê hat kirin.

Wezîrê Tendirustiyê yê Îraqê di konfiranseke rojnamevanî de ragehand, “Dabînkirina dermana ji bo Herêma Kurdistanê berpirsyarîtiya me ye”. Herwesa got, “Par me bayê 185 milyar dînaran kelûpelên pizişkî şandin Herêma Kurdistanê”.

Peyamnêra K24ê Ii Hewlêrê Şeyma Bayîz jî ji aliyê xwe ve amaje da, “Armanc ji serdana Wezîrê Tendirustiyê yê Îraqê ji bo nexweşxaneyên bajarê Hewlêrê ew e ku li ser wan xizmetkariyên tendirustî haydar bibe yên ku pêşkêşî welatiyan tên kirin”. Herwesa got, “Wezîrê Tendirustiyê yê Îraqê bi pizişk û desteyên nexweşxaneyan re dicive û guhdariya daxwaziyên wan dike”.