Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Partiya Teqedumê dike

Serok Barzanî û Mihemed Helbûsî
Serok Barzanî û Mihemed Helbûsî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Partiya Teqedumê û şanda pê re dike.

Serok Barzanî îro (Pêncşem, 07.03.2024) li Pîrmamê pêşwaziya Serokê Partiya Teqedumê Mihemed Helbûsî û şanda pê re kir.

Her du aliyan di wê hevdîtinê de dîtin û nerînên xwe li ser rewşa siyasî ya Îraqê û dawî pêşhatan li hev guhertin.

Herwesa di wê hevdîtinê de tekez li ser pabendbûna bi destûrî û hevfehimandina aliyên siyasî yên Îraqê jî hat kirin, ew jî pêxemetî peydakirina seqamgiriya siyasî û baştirkirina karûbarên dezgehên dewletê.