Sûdanî: Îsal peredarkirina Herêma Kurdistanê berdewam dibe

Mihemed Şiya Sûdanî
Mihemed Şiya Sûdanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Îraqê radigehîne, “Tiştek bi navê birîna mûçeyan di destûr û qanûna budceyê de nîne”. Herwesa dibêje, “Îsal peredarkirina Herêma Kurdistanê berdewam dibe”.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji malpera Elhedesê re ragehandiye, “Pişka Herêma Kurdistanê di qanûna budceya giştî ya Îraqê de 12.67% ye”.

Serokwezîrê Îraqê herwesa gotiye, “Herêma Kurdistanê hikûmet û perlemanên xwe hene. Eger em bi awayekî rasterast mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bidin, hingê tiştek bi navê qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê namîne”.

Sûdanî amaje jî daye, “Lawaziyek di fehimandina desthilata Herêma kurdistanê de heye”. Tekez jî kir, “Eger Herêma Kurdistanê qebûl bike, em dê sibe wê qanûnê biedilînin û Wezareta Darayî ya Îraqê dê rasterast mûçeyan belav bike”.

Navbirî eşkere jî kir, “Îsal peredarkirina Herêma Kurdistanê berdewam dibe”.

Piştî derbazbûna nêzî sal û nîvan li ser destpêkirina hikûmeta nû ya Îraqê bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî, piraniya daxwaziyên Kurdan ji bo şertê tevlîbûna di hevpeymaniya birêvebirina dewletê de nehatine bicihanîn.

Ev di demekê de ye ku mehek heta şeş mehan ji bo bicihanîna hejmareke bend û xalên karnameya Sûdanî hatibûn danan, ku peywendî bi Kurdan ve hebû, lê gazin ji wê yekê tên kirin ku heta niha jî deqê lihevkirinan ji aliyê hikûmet û hêzên çarçoveya hevahengiyê ve nehatine bicihanîn.